Qayimqamê Zaxoyê: Me çend cihên bazirganî ji ber pabendnebûna wan bi rênimayan siza dan

Mişîr Beşîr
Mişîr Beşîr

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber pabendnebûna wan bi rênimayên lijneyên çavdêriyê, semonxaneyek, çend dermanxane û hejmareka dikan û cihên bazirganî li Zaxoyê hatin sizadan.

Qayimqamê Navenda Zaxoyê Mişîr Beşîr îro (Sêşem, 30.1.2024) ji K24ê re ragehand, “Tevaya wan cihan ji ber pabendnebûna wan bi rênimayên lijneyên çavdêriyê hatine sizadan û pêştir jî hatine haydarkirin”.

Mişîr Beşîr herwesa amaje da, “Me hejmar û awayê karkirinê yê wan lijneyên çavdêriya sûkê dikin guhertine, pêştir 13 lijne bûn, niha me kirine heft lijne. Her ew kes in, lê awayê karkirina wan hatiye guhertin. Ji bo dawiya îsal jî, dibe ku em wan heft lijneyan jî bikin sê lijne”.

Li dû gotina Qayimqamê Navenda Zaxoyê, “Ew lijne spêde û êvaran û bi rengekê berdewam çavdêrî û kontirola bihayên kelûpelan dikin”. Herwesa got, “Hemî cihên bazirganî yên ku zêdegavî kirine bê cudahî hatine sizadan”.