Pêşewa Hewramanî bersiva şêwirmendekê Serokwezîrê Îraqê dide

Pêşewa Hewramanî
Pêşewa Hewramanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bersiva şêwirmendekê Serokwezîrê Îraqê dide û dibêje, “Divê welatî li seranserî Îraqê bizanin, yên ku mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û mûçexurên wê rawestandine kesên wekî wî şêwirmendî ne, ku heta ser hestiyan bi wê aqiliyetê tekezê li ser birsîkirina welatiyên Herêma Kurdistanê dikin û li cem wan nabe ku Herêma Kurdistanê livînên diplomatî hebin”.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî di peyamekê de nivîsiye, “Şêwirmendekê Sûdanî peyamek arasteyî Herêma Kurdistanê kiriye û dibêje, ‘Hûn destan ji diplomatiyê berdin û mijûlî mûçeyan bin!’ pirsyar ev e, zêdebarî wê yekê ku bi rengekê nedestûrî destê xwe danaye ser qirka heft milyon kesan û wan birsî dikin û pêncî û pênc madeyên destûrî li beranberî xelkê Herêma Kurdistanê binpê kirine, lê dilê vî rêzdarî li ser wê yekê ye ku nabe Herêma Kurdistanê livînên diplomatî hebin”.

Hewramanî herwesa gotiye, “Pêdivî ye welatî li sernaserî Îraqê bizanin yên ku mafên darayî yên Herêma Kurdistanê û mûçexurên wê rawestandine kesên wekî wî şêwirmendî ne, ku heta ser hestiyan bi wê aqiliyetê tekezê li ser birsîkirina welatiyên Herêma Kurdistanê dikin”.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê amaje jî da, “Em piştrast in ku kesên wesa û xwediyên van hizir û bîran di rêya nêzîkbûna Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî de berbest in, herwesa şêwirmendên wesa ne ku dixwazin astengan li beranberî pêngavên Serokwezîr Sûdanî ji bo çarekirina arêşeyan bi Herêma Kurdistanê re çê bikin”.