Parlamenteriya Can Atalay hate hilweşandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenteriya Parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP) Can Atalay hate hilweşandin.

Biryara Dadgeha Bilind ya derbarî sizadana Parlamenterê TÎPê yê Hatayê Can Atalay, li Parlamentoya Tirkiyê hate xwendin. Bi xwendina biryarê re parlamenteriya Can Atalay hate hilweşandin.

Can Atalay, ji ber doza Gezî Park hatibû sizadan û Dadgeha Bilind biryara sizadanê pejirandibû. Biryara Dadgeha Bilind li civata giştî ya Parlamentoyê hate xwendin û bi xwendina biryarê re, parlamenteriya Can Atalay hate hilweşandin.

Hê berê Dadgeha Destûrê biryara azadkirina Can Atalay dabû, lê dadgeha jêr guh nedabûn biryara dadgeha destûrê ya Tirkiyê.

Parêzer Can Atalay ku 18 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û ji 25ê Nîsana 2022an ve di zîndanê de ye, piştî encamên hilbijartinên Tirkiyeyê yên 14ê Gulana 2023an derketin, bûbû parlamenter.

Atalay di sala 2022'an de di dema tevlîbûna çalakiya li Parka Gezî de li gorî xala 312'an a Yasaya Cezayê bi tometa “alîkarî ji bo hilweşandina hikûmetê” hatibû darizandin.