Caggins: Divê Sûdanî berî çûna Washingtonê biryara dubare hinardekirina petrola Kurdistanê bide

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Komeleya Pîşesazî ya Petrola Kurdistanê (Apikur) ragihand, mebesta wan ew e li Herêma Kurdistanê bibin xwedî pîşesaziyeke pêşketî. Got jî: Apikur daxwaz kiriye û pêwîst dîtiye ku berî serdana Serokwezîrê Iraqê bo Amerîka, biryar li ser hinardekirina petrola herêma Kurdistanê bide.

Berdevkê Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (Apikur) Miles Caggins îro ji K24ê re ragihand, di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Federal a Iraqê û şîrketên petrolê de li ser mijara petrolê gelek gotûbêjên girîng hatine kirin.

Diyar kir jî, wan nameyek ji Kongressa Amerîkayê re şandine û tê de daxwaz ji Kongressê kirine ku fişarê li hikûmeta Iraqê bike ta ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bike.

Caggins got, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî hatiye vexwendin ku di demek nêzîk de serdana Koşka Spî bike. Ji ber wê jî Apikurê daxwaz kiriye û pêwîst dîtiye ku beriya serdana Sûdanî, biryar li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê were dayîn.

Amaje bi wê jî kir, Amerîka salane bi hezaran milyon dolar ji bo ewlekarî û aramiya aborî dide Iraqê, lewra wan nameyek ji Kongressê re şand, ku desthilata wê heye biryarê bide ku her alîkariyên darayî yên Amerîkî ji Iraqê re rawestîne. Eger Kongress biryarê jî bide, Serokê Amerîka nikare wê biryarê red bike, bi taybetî ku Sûdanî bi kompanyayên petrolê yên Amerîkî yên li Îraqê kar dikin re hevkariyê nake.

Herwiha amaje bi wê yekê jî kir, hikûmeta Sûdanî û Iraqê sedema rawestana li ber pêşketin û geşbûna Herêma Kurdistanê ne û bang li Bexdayê kir ku rêzê li Herêma Kurdistanê û mafên wê bigire.

Tekez kir jî, yekem qurbaniyên rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, xelkê Iraqê ji Besra heta Çoman in, wek mînak ev 10 meh in petrol hatiye rawestandin û bi vê yekê jî 10 milyar dolar ziyan gihîştiye Iraqiyan.

Ev yek di demekê de ye, Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Herêma Kurdistanê (Apikur) îro di daxuyaniyekê de bang li Kongrssa Amerîkayê kiribû ku hikûmeta Iraqê razî bike, ta ku hinarderkirina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bike.

Hinardekirina petrola Kurdistanê bi rêya benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê re ji 25ê Adara 2023an ve hatiye rawestandin. Rawestandina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji bilî ku zirar gehandine budce û jêrxaneyên Îraqê û Herêma Kurdistanê, herwesa bûye sedema kêmbûna nêzî nîv milyon bermîlên petrolê li sûka enerjiyê ya cîhanê de.