Ekrem El-Bunî: Me li dijî çekdarên ku tawan li Efrînê kirine li dadgehên Ewropayê doz vekirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Navenda Sûrî ya Lêkolînên Siyasî radigihîne, wan digel navendên pispor ên Sûriyeyê dosyek li dadgehên Ewropayê li dijî grûpên çedar ên opozîsyonê yên li Efrînê vekirine û niha kar li dijî kiryarên HSDê jî dikin.

Serokê Navenda Sûrî ya Lêkolînên Siyasî Enwer El-Bunî ji K24 re got: “Hejmarek ji rêxistinên Sûrî kar dikin ji bo tawanbarên ku destên wan di tawanên li dijî mirovahiyê li Sûriyeyê hatine kirin de hene û niha reviyane Ewropayê, bên darizandin.”

Diyar kir jî, hejmarek ji wan tawanbaran alîgirên rêjîma Beşar Esed in û tiştê baş ew e ku gelek belge û şahid û qurbanî li ser wan û tawanên wan hene û ew jî wek rêxistinên yasayî alîkariya qurbaniyan dikin.

Bunî amaje bi wê jî kir, “Her kesê destên wan di tawanên li dijî mirovahiyê de hebin, bêyî ku li netew, ola û aliyê wî yê siyasî binêrin em dosyeyê li dijî amade dikin. Her dema dosyayek amade be, belge û şahid li ser tawanbarekê hebin, em pêşkêşî dadgehan dikin.”

Diyar kir jî, “Beriya 2 heftiyan jî me dosyek li dijî grûpên li bakûrê rojavayê Sûriyê pêşkêş kiriye bi taybetî yên li Efrînê hene, pêşkêşî dadgehên Ewropayê kirine. Niha kar ji bo kiryarên HSDê tê kirin ku gûman heye wan tawan kiribin.”