Pentagon: Em li ser piştevaniya Pêşmerge berdewam dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) dibêje, ew di alîkariya Hêzên Pêşmerge de berdewam dibin.

Berdevkê Pentagon Pat Ryder di civîneke rojnamevaniyê de got: “Em ê berdewam bin li ser alîkarîkirina hêzên Pêşmerge, ji bo piştrast bibin ku şiyanên pêwîst ji piştgirîkirina aramiya Iraqê heye.”

Ryder amaje bi wê jî kir: “Pêwendiya me ya demdirêj li gel hêzên Pêşmerge heye.”

Herwiha got: “Milîsên ku Îran piştgirîya wan dike ji êrîşên li ser hêzên me li Urdunê berpirs in û em ê di dem û cihê guncaw de bersivê bidin.”

Aşkere kir jî: “Haya me ji daxuyaniya Hizbullaha Iraqî ya rawestandina êrişên wan li ser baregehên me heye, lê divê em çalakiyan bibînin, ne gotinan.”

Di dema borî de û piştî şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de, êrîşên li ser baregehên leşkerî yên Amerîkayê li Sûriye û Iraqê zêde bûne. Di bersivê de jî, Amerîka jî çend caran baregehên grûpên çekdaran li Iraqê kirine.

Li gorî Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) ji 17ê Cotmeha 2023an ve, zêdetirî 160 êriş li dijî hêzên Amerîkayê li Iraq û Sûriyeyê hatine encamdan û di encamê de 3 leşker hatine kuştin û zêdetirî 120 leşker jî birîndar bûne.

Amerîka bi zelalî eşkere kir ku hemû êrîşên li ser hêzên wan li Rojhilata Navîn ji aliyê grûpên milîs ên bi piştevaniya Îranê ve tên kirin û Îran berpirs e. Lê ew dibêjin ku naxwazin şer li Rojhilata Navîn berfireh bibe, lê her dema êrîş li wan bê kirin, dê di dem û cîhê ku dixwazin bersiva her gefekê bidin.