37 sal bi ser koça dawiyê ya Idrîs Barzanî re derbaz dibin

Idrîs Barzanî
Idrîs Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Berî 37 salan, bizava rizgarîxwaziya Kurdistanê yek ji serkirdeyên xwe yên giring û bibnador ji dest da, ku Serok Barzanî di wesfa wî de dibêje, “Ew mirovekê gelek mezin bû, meziniya wî jî çavkaniya xwe ji têgehiştin û pêgehiştina wî wergirtibû”, ew jî Idrîs Mela Mistefa Barzanî bû.

Îro (31.1.2024) bîranîna salvegera 37ê ya koça dawiyê ya Idrîs Barzanî ye ku rolekê mezin di qonaxên xebata rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê û berhingarbûna dagirkeran de hebû û bi yaweriya Serok Mesûd Barzanî bi rengekê çalak tevlî danûstandinên bidestxistina mafên neteweyî û niştîmanî jî bûbû, wekî lihevkirina 11ê Adara 1970ê û damezrandina bingeha Bereyê Kurdistanî li sala 1986ê.

Jiyannameya Idrîs Barzanî

Idrîs Barzanî li Adara 1944ê li devera Barzanê hatiye ser dinyayê. Dema jiyê wî bû du sal, babê wî, Mela Mistefayê Barzanî, berê xwe da Rojhilatê Kurdistanê û bi merema livîna Kurdan û Komara Kurdistanê li Mihabadê dest bi xebatê kir.

Piştî pilangêriya li dijî Komara Kurdistanê û vegeriyana artêşa Şahê Îranê ji bo Komara Kurdistanê, Mela Mistefayê Barzanî û bi dehan Pêşmergeyên Kurdistanê berê xwe da Yekîtiya Soviyetê ya caran û malbat û jin û zarokên wan jî bi yaweriya birayê mezin ê Mela Mistefayê Barzanî Şêx Ehmedê Barzanî, pêxemetî parastina canê jin û zarokên Kurd vegeriyan Îraqê, Idrîs Barzanî jî ku hingê sêsalî bû bi malbata xwe re vegeriya Îraqê û ji aliyê desthilata Şahê Îraqê ve ji bo bajarên Başûrê Îraqê hatin veguhastin.

Di jiyê şeş saliyê de, Idrîs Barzanî li bajarê Kerbelayê çû ber xwandinê û heta nemana desthilata Şahî li Îraqê û destpêkirina desthilata Komarî bi serokatiya Ebdilkerîm Qasimî li sala 1958ê ji dîtina babê xwe bêbar bû.

Piştî vegeriyana Mela Mistefayê Barzanî ji Yekîtiya Soviyetê û serhildana şoreşa Îlonê li sala 1961ê, Idrîs Barzanî ji destên yekê yên wan Pêşmergeyan bû ku tevlî rêzên şoreşê bû û çekê têkoşanê hil girt û mil bi milê Pêşmergeyan tevlî dastan û serkeftinên Pêşmergeyan bû.

Piştî neh salên Pêşmergetiyê, li Hezîrana 1970ê di kongireya heştê ya PDKyê de, Idrîs Barzanî ji bo cara yekê bû endamê Komîteya Navendî ya PDKyê.

Idrîs Barzanî di dîroka bizava rizgarîxwaziya neteweyî de wekî endazyarê aştiya niştîmanî tê binavkirin, herwesa di meydana siyasî ya Îraqê de û li nav opozisyona Îraqê jî wekî kesatiyekê diyar û bibandor dihat hesibandin. Di Kongireya Opozisyona Îraqê de jî ku li Tehranê hat kirin, bangewazî ji bo hevgirtina opozisyonê ji bo berhingarbûna Rijêma Beis kir.

Idrîs Barzanî li roja 31.1.1987ê, ji ber nexweşiyeka ji nişkê ve koça dawiyê kir û li bajarkê Silîvana yê girêdayî Parêzgeha Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê hat veşartin.

Piştî serhildana Adara 1991ê û rizgarkirina pareka mezin ji axa Kurdistanê, li roja 6.10.1993ê termên Rêberê Bizava Neteweyî Mela Mistefayê Barzanî û serkirdeyê diyar ê bizava rizgarîxwaziya Kurdistanê Idrîs Barzanî ji Rojhilatê Kurdistanê bo Herêma Kurdistanê hatin veguhastin û li Barzanê dîsa hatin veşartin.