129 sal in Kargeha Tehîna Zaxoyê tehînê çê dike

Kargeha Tehîna Zaxoyê
Kargeha Tehîna Zaxoyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Kargeheka tehînê li Zaxoyê ev ji bo dema 129 salan e tehînê çê dike. Nav û dengên wê li bakur û Başûrên Kurdistanê belav bûne û berhemê wê ji bo Tirkiyeyê û Ewropayê jî tê hinardekirin.

Kargeha Tehîna Zaxoyê li sala 1895ê ji aliyê welatiyekê Mesîhî ve hatiye vekirin û tehîneka bitam ji konciyên xwemalî berhem tîne.

Her roj du tonên tehînê berhemê vê kargehê ne, çaryeka wî berhemî ji bo Bakurê Kurdistanê û Tirkiye û Ewropayê jî tê hinardekirin.

Xwediyê Kargeha Tehîna Zaxoyê Dîdar Gorgîs ji K24ê re got, “Ev zêdetirî 125 salan e ku em tehînê çê dikin. Bikirên me ji Zaxo, Dihok û hemî bajarên Kurdistanê ne”.

Herwesa got, “Tehîna me ji bo Tirkiye û Ewropayê jî diçe”.

Resenîtî, xwemalîbûn û serbora karî û tama vê tehînê wesa kiriye ku bala gelek bikiran ber bi xwe ve bikêşe.

Ji bilî peydakirina çend derfetên karî, ev aş her roj bi sedan kîloyên tehîna xwemalî ji bo derveyê Kurdistanê jî hinarde dike.

Mehmûd Tişî ku ji bakurê Kurdistanê ye û bikirê vê tehînê ye got, “Li Tirkiyeyê hindek kes ji ber vê tehînê navê Zaxoyê dizanin û dipirsin ka Zaxo li kî derê ye. Em ji ber vê tehînê tên Kurdistanê, em sihariyan wê ji bo têştê dixwen”.

Mûsa Elî jî ku ji Zaxoyê ye got, “Zaxoyî dibêjin tehîna vî aşî ji tehîna hemî aşên Zaxoyê xweştir e. Ji derveyê Zaxoyê, ez nizanim, lê di nav Zaxoyê de, tehîna vî aşî ji ya hemî aşan xweştir e”.

Ev tehîn li bakur û başûrên Kurdistanê navdar e û wekî berhemekê xwemalî yê deverê daxwazeka zêde li ser wê heye. Li her cihekî ev tehîn tê xwarin û metihkirin. Heta mirov tam neke wê, mirov sedema navdariya wê nizane.