Civîna yekê ya Civata Parêzgeha Kerkûkê hat paşxistin

Civata Parêzgeha Kerkûkê - Erşîf
Civata Parêzgeha Kerkûkê - Erşîf

Kerkûk (K24) – Parêzgerê sepandî yê Kerkûkê piştî kêmtir ji 24 seetan bi nivîsarekê jivanê civîna yekê ya Civata nû ya Parêzgeha Kerkûkê paş xist, ku biyar bû sibe (Pêncşem, 1.2.2024) seet 14:00 hatiba kirin, behaneya paşxistina wê civînê jî ji bo peydakirina zêdetir derfetan ji bo lihevnêzîkkirina aliyan vegerand.

Li dû wê nivîsara bi dest K24ê keftiye, civîna Civata nû ya Parêzgeha Kerkûkê ji bo roja Duşemê, 5.2.2024, hatiye paşxistin.

Di derheqa paşxistina civîna Civata nû ya Parêzgeha Kerkûkê de, endamê nû yê wê civatê û Serokê Firaksiyona PDKyê li Civata Parêzgeha Parêzgeha Kerkûkê Hesen Mecîd ji K24ê got, “Biryar bû civîna yekê ya civatê zêdetir ji bo hevnasînê ba û hejmareka kesatiyên olî û siyasî yên parêzgehê li wê civînê berhev bûban, lê îro em bi nivîsarekê hatin haydarkirin ku ew civîn hat paşxistin”.

Her dîsa ragehand, “PDKyê daxwaza paşxistina wê civînê nekiriye û nizane jî çi aliyekî ew daxwaz pêşkêş kiriye”.

Hesen Mecîd di derheqa bizavên pêkanîna hevpeymaniyê de jî got, “Ev pirs li derveyê Civata Parêzgehê ji aliyê serkirdeyên partên siyasî ve tê yekalîkirin, lê PDKyê parêzbendî li ser danûstandinên bi çi aliyekî re nîne, tiştê ji bo PDKyê giring ew e ku Kerkûkê parêzgerekê Kurd hebe û xizmeta hemî pêkhatan bike û piroseya Erebîkirinê li wê parêzgehê bidawî bîne”.

Piştî 18 salan, xelkê parêzgeha Kerkûkê li roja Duşemê, 1.12.2023, di çarçoveya hilbijartinên civatên parêzgehên Îraqê de dengê xwe ji bo hilbijatina 16 endamên nû yên civata parêzgeha xwe da, ku 11 kursiyên civatê ji bo mêran, çar kursî ji bo jinan û yek kursî jî ji bo kutaya pêkhatan bû, niha Kurdan heft kursî li wê civatê hene.