Dijeterora Kurdistanê: Êrîşî Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê nehatiye kirin

Logoya Dijeterora Kurdistanê
Logoya Dijeterora Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Dijeterora Kurdistanê red dike ku êrîşî Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatibe kirin û dibêje, ew nûçeyên behsa êrîşeka dronî li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê dikin bêbingeh û nerast in.

Dijeterora Kurdistanê peyamek belav kiriye ku tê de hatiye, “Îro (Çarşem, 31.1.2024) hejmareka medya û kanalên navxweyî, ku gelek dilxwazên armanckirina Hewlêrê ne, bê piştrastkirin û û lidûçûna medyay, nûçeyek belav kiriye ku qaşo îro bi dronên bombekirî êrîşî Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê hatiye kirin”.

Dijeterora Kurdistanê di peyama xwe de gotiye, “Ev nûçe bêbingeh û nerast e û çi êrîş nehatine ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê”.

Li dû zanyarên Wezareta Begiriyê ya Amerîkayê (Pentagon), ji 17ê Cotmeha 2023ê heta niha, zêdetirî 160 caran êrîşî hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn hatiye kirin û di wê demê de zêdetirî 120 serbazên wan birîndar bûne û sê serbaz jî hatine kuştin.

Amerîka gelek bi ronî dibêje ku hemî ew êrîşên li ser hêzên wan li Rojhilata Navîn tên kirin ji aliyekê komên milîşyayên girêdayî Îranê ve tên kirin. Herwesa Amerîka Îranê berpirsyar dibîne, lê naxwaze şer li Rojhilata Navîn berfirehtir bibe, tevî ku her dema gef bikeve ser hêzên wan di dem û cihên guncayî de bersiva wan êrîşan didin.