Bijîşk: Rêjeya nexweşiya penceşêrê li Rojavayê Kurdistanê sedî 40 zêde bûye

Navenda Nûçeyan (K24) – Bihabûna xwerciyên çareseriya nexweşiya penceşêrê li Rojavayê Kurdstanê, barekî din e li ser milê malbatên nexweşan. Bijîşk jî dibêjin, rêjeya tûşbûna bi penceşêrê li Rojava ji sedî 40 zêde bûye.

Bijîşk dibêjin, hewaya li Rojava bi kerbonê gelek pîs bûye, dûkelê miwelîde û otombîlan û bikaranîna rêyên kevin yên parzûnkirina petrolê, hîştiye ku rêjeya nexweşiyê li navçeyê ji sedî 40 bilind bibe.

Diyakeke Qamişloyî dibêje, di dema dawî de keçeke wê ya 35 salî bi nexweşiya pencşeşêrê jidest dane, nexweşiya keça wan 5 salan dirêj kir û gelek êş û azar dîtin, ji bilî wê jî wan gelek pere ji bo çûna Şamê û dermankirina wê xerc kirin, lê rêxistinekê jî ti alîkarî bi wan nekir.

Dermansaz Selah Remo ji K24ê re got: “Nexweşiya penceşîrê, nexweşieyeke gelekî xirap e. Sedema sereke yak u hîştiye ev nexweşî li devera me zêde bibe, keşûhewaya me gelek ji ber dûkelê û parzûnkirina petrolê bi awayên xirap, zêde bûye. Ji aliyekî din ve, xelkê deverê hejar e û derman gelekî biha ye. Divê rêxistinên navdewletî destêwerdana rewşê bikin û çareseriyan pêşkêş bikin. Rêxistinên xwecihî jî bi rola xwe ranabin.”

Pêştir jî Ajansa Navdewletî ya Lêkolînên Penceşêrê ya ser bi Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanî ve di raporekî de belav kiribû, li gorî hejmara rûniştivanan, Sûriye di rêza pêncemîn de ye di nav welatên Rojavayê Asyayê de bi hejmara pêketiyên penceşêrê, ku di nava her 100 hezar kesî de, 196 nexweş hene û ji her 100 hezarî, 105 haletên mirinê hene.