Fabrice Balanche: Fransa dixwaze Herêma Kurdistanê parastî be

Fabrice Balanche
Fabrice Balanche

Navenda Nûçeyan (K24) – Pirofesorekê Fransayî yê zanîngeha Lyonê amajeyê dide, “Fransa dixwaze Herêma Kurdistanê parastî be”. Herwesa dibêje, “Divê Fransa û welatên dî tiştekî nîşanî Îranê bidin ku rêyê li têkdanên wê li deverê bigire”.

Akademî û Pirofesorê Zannîgeha Lyonê ya Fransayî Fabrice Balanche doh (Pêncşem, 1.2.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Fransa dosta dêrîn a Herêma Kurdistanê ye, xasma ku Parîsê ji salên 1990an were piştevaniya Herêma Kurdistanê kiriye û wesa difikire ku divê Herêma Kurdistanê devereka otonomî ya parastî be”.

Fabrice Balanche herwesa amaje da, “Herêma Kurdistanê xwediya ezmûneka pêşkeftî ye û Fransa piştevaniya wê dike û xasma di peywendiyên wê yên bi Hikûmeta Bexdayê re, lê eşkere ye ku Bexda mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê nade û rêzê li destûrê xwe nagire ku ew destûr mafî dide Herêma Kurdistanê”.

Tekez jî kir, “Herêma Kurdistanê ji aliyê ewlehî û aborî ve devereka seqamgir e, lê komên Şîeyan ên nêzî Îranê wê jiyarxweşî û seqamgiriya Herêma Kurdistanê naxwazin û merema wan ew e ku Herêma Kurdistanê jî wekî naverast û başûrên Îraqî aloz bikin”.

Navirî her dîsa got, “Pêdivî ye peyama Fransa û welatên dî ji bo Îran, Bexda û komên çekdar ron be, ji bo ku jê re bibêjin Herêma Kurdistanê tenê nnîe û Fransa û Civaka Navdewletî piştevaniya wê dikin”.

Herwesa Balanche giring zanî ku Fransa û welatên dî tiştekî nîşanî Îranê bidin ku destan ji karên xwe yên têkdanê berde û êdî bi rêya komên xwe yên bikirêgirtî li deverê aloziyan çê neke.