Diyarbekir.. Agir bi otela kevokan ket û bi sedan kevok mirin

Otela Kevokan
Otela Kevokan

Diyarbekir (K24) – Li Sûra Diyarbekirê, li otela kevokan şewat derket u bi sedan kevok mirin.

Li gor agahiyan, bi sedema kehrebê li otela kevokan a Sûra Diyarbekirê şewat derket.

Tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê li ser agahiyan çûn cihê buyerê û mudaxeleyî şewatê kirin, belê agir demek zû belavî cihên din ên otelê bû.

Hinek welatiyan jî alîkariya tîmên agirkujiyê kir û li dawiyê agir hat vemirandin.

Hat ragihandin ku di encama wê şewatê de bi sedan kevok mirin. Li ser vê bûyerê jî lepirsînên tîmên agirkujiyê hatin destpêkirin.

Hejayê gotinê ye ku xwediyên wan kevokan kevokên xwe li wê otelê cih dikirin û kirêya wan dida.