Muna Qehwaçî: Ji aliyê yasayî ve Dadgeha Federal nikare destkariyê di kursiyên pêkhateyan de bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Cîgirê Serokê Partiya Çaksazî ya Tirkmenî ragihand, Dadgeha Federalî bo cara heftemîn biryarê li dosyeya pêkhateyan bipêş dike, ev jî ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê werin paşxistin.

Cîgira Serokê Partiya Çaksazî ya Tirkmenî Muna Qehwaçî ji K24ê re ragihand, beriya gilîkirinê diviyabû bi pêkhateya Tirkmenan re şêwir bihata kirin. Eger ew yasa bê rakirin û em vegerin ser yasaya sala 1992’an, yekem civaka Tirkmen dê zirarê bibîne, ji ber ku di sala 1992’an de kursiyên kotayê yên Tirkmenan nebû.

Qehwaçî got: “Armanca vê destêwerdanê, lawazkirina pêkhateya Tirkmen e. Tirkmen ti carî nebûye metirsî li ser Herêma Kurdistanê, belku berûvajî wê, roleke wê ya mezin di aramîya Herêma Kurdistanê de hebûye.”

Qehwaçî amaje bi wê kir, dadgehê heft caran dosya bipaş xist, ne biryarê dide û ne jî red dike. Ji hêla qanûnî ve, dadgeha federal tenê dikare gilî red bike an jî erê bike. Eger pesend bike, dê vegere yasaya berê, lê nikare kursiyên kotayan biguherîne û di navbera parêzgehan de dabeş bike.

Herwiha tekez kir, heta hilbijartinên Herêma Kurdistanê neyên encamdan, dadgeha federal biryarê li ser wê dosyeyê nade, ji ber ku roja 7ê Tîrmeha îsal dema Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê bidawî dibe.

Cîgirê Serokê Partiya Çaksazî ya Tirkmenî bal kişande ser wê yekê, duhî, piştî demeke dirêj, yekem civîna YNK û PDKê hat lidarxistin, ku ji bo gelê Kurdistanê hêvîdar bû, em piştgiriya wê civînê dikin, lê ji bo lidarxistina hilbijartinan, ne paşxistina wê.

Herwiha got: “Di Xula Şeşem a Parlamentoya Kurdistanê de, dê nûnerên me hebin, ji ber ku bêyî pêkhateya Tirkmen, nayê qebûlkirin.”

Giliya li Dadgeha Federal çi ye?

Li ser pênc xalên yasaya hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê li Dadgeha Federal a Iraqê gilî hatine tomarkirin, ku behsa hejmara kursiyên parlamentoyê, yek bazine û fireh bazneya hilbijartinan û hejmara kursiyên kotayê dike.

Ev gilî jî ji aliyê Serokê Fraksiyona YNKê Ziyad Cebar û endamê Kirîstiyanî yê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê Amanc Necîb Şemûn ve hatine tomarkirin.

Li gor madeya 36 ya yasaya Hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê, 5 kursiyên kotayê ji bo pêkhateyên Kildan, Suryan û aşûriyan tê veqetandin, kursiyek ji bo pêkhateya Ermenî û 5 kursî jî ji bo Tirkmenan tê dayîn.

Eger Dadgeha Federalî di berjewendiya giliyê de biryar bide; 11 kursiyên pêkhateyan li Parlamentoya Kurdistanê dê dakeve 6 kursiya û ti kursiyeke Tirkmenan jî di parlamentoyê de namîne.

Biryar bû hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 25ê Sibata bê de bihatine kirin, lê Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê roja 3ê Çileya 2024an gotibû, ji ber paşxistina biryara Dadgeha Federal a li ser kursiyên pêkhateyan heta 21’ê Çile, komisyon nikare hilbijartinên parlementoyê di 25ê Sibata 2024an de pêk bîne.