Wezareta Tendirustiyê çar nexweşxaneyên Germiyanê ji bo nexweşxaneyên fêrkirinê guhertin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê razî bû ku çar nexweşxaneyên Îdareya Serbixwe ya Germiyanê ji bo nexweşxaneyên fêrkirinê bên guhertin, ji bo ku kolîj û peymangehên pizişkî yên wê deverê mifayî jê werbigirin.

Birêveberiya Giştî ya Tendirustiyê ya Germiyanê ragehand, “Bi biryara wezarî ya hejmar 137 ku li roja 10.1.2024ê derkeftiye û îmzaya Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser e, her çar nexweşxaneyên Germiyanê (Nexweşxaneya Giştî ya Kelarê, Nexweşxaneya Giştî ya Şehîd Xalid Germiyanî li Kifriyê, Nexweşxaneya Hawarhatinê ya Şehîd Hejar li Kifriyê û Nexweşxaneya Şehîd Şêrey Neqîb ya jinan û zarokbûnê li Kelarê) bikin nexweşxaneyên fêrkirinê û ji bo mifawergirtinê ji aliyê kolîj û peymangehên pizişkî yên wê derê ve bên bikaranîn”.

Tendirustiya Germiyanê herwesa amaje da, “Em hêvîdar in Zanîngeha Germiyanê û Zanîngeha Polîteknîkî ya Germiyanê li Kelar û Kifriyê berdewam arîkarên kertê tendirustiyê bin û tevlî zêdetir pêşxistina astê xizmetkariyan bibin”.

Kolîja Pizişkî li Zanîngeha Germiyanê li sala 2018ê hatiye damezrandin û di dema borî de ji ber nebûna mamostayên pizişkî yên şareza û nebûna ezmûngehên pêdivî arêşe hebûne û çend caran xwendekarên wê kolîjê nerazîbûna xwe jî diyar kiriye”.

Ji bo çarekirina wan arêşeyan jî, bi hevahengiya navbera Wezareta Xwandina Bilind û Lêkolînên Zanistî û Wezareta Tendirustiyê yên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, çend rêkarek hatine bicihanîn, ji bo mînak pêştir Wezîrê Tendirustiyê razîbûna xwe diyar kir, ji bo dabînkirina desteya pêdivî ji bo wê kolîjê bi rêya veguhastinê ji bo ser mîlakê Kolîja Pizişkî û paştir jî tensîbkirina wan ji bo ser Wezareta Tendirustî bi liberçavgirtina pilanên zanistî û kargêrî.