Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî arîkariyan li ser jîngehparêzan parve dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Parastina jîngehê li cîhanê yek ji bingehan e, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî jî li bajarê Hewlêrê arîkariyên wekî xwarin û cilikan li ser jîngehparêzan parve dike.

Serperiştê Parvekirinê yê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî Îsmaîl Ebdulezîz îro (Sêşem, 6.2.2024) ji K24ê re ragehand, “Jîngehparêz karekê pîroz dikin, lewma Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî arîkariyan digehîne 300 jîngehparêzên Hewlêrê, ku hejartirîn kesên civakê ne û erkekê giran li ser milên wan e”.

Îsmaîl Ebdulezîz herwesa got, “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî berdewam arîkariya wan jîngehparêzan dike, îro jî xwarin, cilik û betanî ji bo 300 jîngehparêzan dabîn kirine”. Her dîsa got, “Di pilana me de heye ku arîkariya jîngehparêzên mayî jî bikin”.

Navbirî amaje jî da, “Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi hemî rêkxistin û zengînên xêrxwaz re hevahengî heye, ji ber ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di navbera hejaran û wan dewletan de yên ku arîkariyan didin Herêma Kurdistanê wekî pirekê ye”.