Êrîşî dadgeheka Stenbolê hat kirin, kuştî û birîndar hene

Dîmenekê wê êrîşê / Wêne: IHA
Dîmenekê wê êrîşê / Wêne: IHA

Navenda Nûçeyan (K24) – Du çekdaran êrîş kir ser bingeheka polîsan li dadgeheka Stenbolê. Ew her du çekdar hatin kuştin û sê polîs û sê welatiyên sivîl jî birîndar bûn.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê di ragehandinekê de eşkere kir, “Sibeha îro (Sêşem, 6.2.2024) nêzî seet 11:45, du çekdaran êrîşeka terorsitî kir ser xaleka polîsan li dadgeha Çalayanê ya Stenbolê. Medyayên Tirkiyeyê dibêjin, “Yek ji wan çekdaran mêr bû, yek jî jin”.

Li dû zanyarên Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê, di verêja teqeya navbera wan çekdaran û polîsan de, her du çekdar hatine kuştin, sê polîs û sê welatiyên sivîl jî birîndar bûne”.

Heta niha çi aliyan berpirsyarîtiya xwe li ser wê êrîşê diyar nekiriye. Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê jî dibêje, “Rûpelên lêkolînê ji bo wê rûdanê hatine vekirin”.