Rewac Hacî: Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî yekem dezgeh bû ku gehişt cihê erdheja Tirkiyeyê

rewac Hacî
rewac Hacî

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamekê Desteya Kargêrî ya Dezgeha Xêrxwazxî ya Barzanî dibêje ku, dezgeha wan yekem dezgeha navdewletî bû ku gehişt cihê erdheja Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê. Amajeyê jî dide, “Me bê cudahî xizmeta hemî kesan kir”.

Endamê Desteya Kargêrî ya Dezgeha Xêrxwazxî ya Barzanî Rewac Hacî îro (Sêşem, 6.2.2024) ji K24ê re ragehand, “Pilana tengaviyan ji bo berhingarbûna her karesateka nexwastî li Herêma Kurdistanê, Îraq û deverê li Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî berhev e. Pilaneka baş hatiye danan û di salên borî de jî kar li ser hatiye kirin”.

Rewac Hacî di pareka gotinên xwe de amaje da, “Karesata erdhejê gelek mezin bû, bandora wê li ser Tirkiye, Bakurê Kurdistanê, Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hebû. Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî yekem dezgeha navdewletî bû ku gehişt cihê erdheja Tirkiyeyê û arîkariya lêqewimiyên wê erdhejê kir”.

Herwesa amaje da, “Cudahiya rewşa Rojavayê Kurdistanê û Efrînê piştî wê erdhejê di wê yekê de bû ku çi dezgeheka navdewletî di hawara wan neçû, berivajî Tirkiyeyê ku ji hemî aliyan ve welatan arîkarî pêşkêşî wê dikirin. Hindek birîndar hebûn, ew çend roj bûn di bin bermayîkên avahiyan ve mabûn”.

Navbirî herwesa got, “Berî ku tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî biçin Sûriye û Tirkiyeyê, Serok Barzanî ji me re got, ‘bê cudahî xizmeta hemî kesan bikin, Kurd bin, Ereb bin, Tirk bin, an her çi milet bin’. Tiştê ku ji destê me hat, me ji bo lêqewimiyên erdheja 6ê Şibatê kir”.

Roja Duşemê, 6ê Şibata 2023ê, erdhejekê li gor 7.4 pileyên Rêxterê çend deverên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê û herwesa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê hejandin û bû sedema mirin û birîndarbûn û windabûn û awarebûna bi hezaran kesan.