Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Brîtanyayê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Konsulê Giştî yê nû yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê di civînekê de pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê gotûbêj kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 6ê Sibatê pêşwaziya Konsulê Giştî yê nû yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê James Goldman kir.

Li gorî daxuyaniyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna Konsulê Giştî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest û piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo pêşdebirina peywendiyên dualî nîşan da.”

Konsulê Giştî yê Brîtanya spasiya hevkarî û hevahengiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û amadehiya welatê xwe ji bo bihêzkirina têkeliyên ligel Herêma Kurdistanê tekez kir.

Di beşeke din a hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê û giringiya dabînkirin û parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.