Tevgera Ciwanên Şoreşger zarokeke 13 salî li Qamişlo revand

Beşek ji zarokên hatine biçekkirin
Beşek ji zarokên hatine biçekkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Tevgera Ciwanên Şoreşger a ser bi Rêveberiya Xweser ve zarokeke 13 salî ji berî 40 rojî ve ji bajarê Qamişlo revand û diya wê banga vegerandina wê dike.

Dayika bi navê Înas Osman ji K24 re got, keça wê Lava Xelef ya 13 salî roja 24.12.2023an li taxa wan ji aliyê 2 ciwanên ser bi Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin û heya niha ti zanyarî derbarê wê tune ne.

Diya Lava got jî, wê serî li gelek deriyên Rêveberiya Xweser, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mafên Zarokan û aliyên din ên pêwendîdar dane, lê heta niha ji aliyî zanyarî û agahî derbarê keça xwe de wernegirtine.

Înas Osman bi rêya K24ê re, bang li hemû rêxistinên mirovî, yasayî û yên mafên zarokan dike ku keça wê vegerînin malê.

Tevî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.

Malbatên zarokên revandî jî kiryarên Tevgera Ciwanên Şoreşger şermezar dikin û bang li rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin ku fişarê li Rêveberiya Xweser û HSDê bikin ta ku çarenivîsa zarokên wan diyar bikin.

Lava Xelef
Lava Xelef