Parêzgarê Neynewayê: Em dixwazin ezmûna Herêma Kurdistanê veguhêzînin Neynewayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Neynewayê dibêje, bi cîbicîkirina rêkeftina Şingalê re, dê gelek pirsgirêkên navçeyê çareser bibin. Herwiha got: “Em dixwazin ezmûna Herêma Kurdistanê ji bo pêşxistina Neynewayê veguhezînin.”

Parêzgarê Neynewayê Ebdulqadir Dexîl ji K24ê re got: “Rêkeftinên siyasî ji bo wergirtina postan ji sala 2003an ve li Iraqê bûye urfek, hilbijartina min jî wek parêzgar bi koma dengên aliyên siyasî bû.”

Dexîl diyar kir, piştî proseya azadkirina Neynewayê, çend ajandeyên hikûmetê û rêxistinên navdewletî ji bo dubare avakirina Dexîl hebûn. Niha xizmetguzarî li Dexîl di asteke gelek baş de ye û ji bo deverên din ên weke Talafer û Şingalê jî kar tê kirin.

Tekezî li ser wê yekê jî kir: “Neynewa ne ya ti kesî ye, belkû Iraqeke biçûk û pirpêkhate ye, vê pirpêkhateyê jî hişt ku em biryarên rast bidin bo xizmetkirina parêzgehê û zêdekirina projeyên geşepêdanê.”

Parêzgarê Neynewayê amaje bi wê kir: “Ji bo dubare avakirina Neynewayê û pêşxistina parêzgehê, pêwîstiya me bi ezmûna Herêma Kurdistanê heye.”

Derbarê rewşa Şingalê de jî Parêzgarê Neynewayê got: “Êzîdî ji ber kiryarên DAIŞê heta niha di kampan de dimînin. Ji ber vê yekê divê em vegerin ser cîbicîkirina rêkeftina Şingalê ku nexşerêya çareserkirina pirsgirêkên Şingalê û pêkanîna aramiyê li navçeyê ye.”

Dexîl tekez kir jî: “Em weke hikûmeta xwecihî ya Neynewayê piştevaniya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê dikin, eger aramî li Şingalê nebe, tevahiya parêzgeha Neynewayê aram nabe.”

Herwiha got: “Hinek komên li Şingalê ne, li derveyî yasayan kar dikin. Mijara Şingalê ji bo me gelekî girîng e, lewma em ê bi cidî kar li ser bikin.”

Parêzgarê Neynewayê got: “Pêwîst e qaymeqamekî nû ji bo qezaya Şingalê were destnîşankirin û ev jî dê bibe gava yekem ji bo çareserkirina pirsgirêkên girêdayî Şingalê.”

Dexîl amaje bi wê yekê kir, rewşa Neynewayê rastî gelek astengiyan tê, gelek ketîbeyên Heşda Şeibî li parêzgehê hatine bicihkirin.

Parêzgarê Neynewayê aşkere kir jî, dosyaya ewlekariyê ya parêzgeha Neynewayê, dê radestî Polîsa Federal were kirin.

Rêkeftina Şingalê:

Roja 9ê Cotmeha 2020an hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi çavdêriya Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî rêkeftina Şingalê îmze kiribûn ku ji 6 xalan pêk tê:

1. Hilbijartina qeymeqamekî nû.

2. Hikûmeta federal îdare pirsgirêkên ewlehiyê dike.

3. Erkdarkirina 2500 kes ji Şingalê û penaberên wê û avakirina hêzeke nû.

4. PKK û hemû komên pê ve girêdayî li Şingalê nemînin.

5. Divê ti endamên PKK’ê di nava hêza nû ya ewlehiyê de neyin girtin.

6. Divê Hewlêr û Bexda hevahengiyê ji bo avedankirin û birêvebirina Şingalê bikin.