Berdevkê Rêveberiya Polîsên Dihokê: 24 Tometbar hatin girtin

Hêmin Silêman
Hêmin Silêman

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Rêveberiya Polîsên Dihokê radigehîne, “21 tometbar ji ber kirina qumarê û sê tometbarên dî jî ji ber dizîna erebeyan hatine girtin”.

Berdevkê Rêveberiya Polîsên Dihokê Hêmin Silêman îro (Çarşem, 7.2.2024) di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, “21 tometbar ji ber kirina qumarê hatine girtin û li dû madeya 389ê ya qanûna sizadanê ji bo Dadgeha Lêkolînan hatine şandin”.

Herwesa got, “Sê tometbarên dî jî ji ber dizîna erebeyan hatine girtin, ev jî piştî ku biryara girtina wan ji aliyê polîsên nehêlana tawanan ên Enkawe û Soranê ve hat derxistin, herwesa ew erebe jî hatine bindestkirin û li xwediyên wan hatine vegerandin”.