Konsulxaneya Amerîkayê: Binpêkirinên azadiya ragehandinê li Herêma Kurdistanê kêm bûne

Navenda Nûçeyan (K242) – Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê dibêje, “Binpêkirinên azadiya ragehandinê li Herêma Kurdistanê bi rengekê berçav kêm bûne”.

Desteya Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê îro (Çarşem, 7.2.2024) bi hinek peyamnêrên wan medyayên Amerîkayî re civiya yên ku nivîsîngehên wan li Hewlêrê hene û ragehand, “Amerîka bi kêmbûna berçav a binpêkirinên azadiya ragehandinê li Herêma Kurdistanê dilxweş e, ew jî piştevaniya jîngehekê dike ku tê de rojnamevan bikarin bi azadî û bê tirs, alîgirî û karkirina li ser bingehên partatiyê karê xwe bikin”.

Ev di demekê de ye ku Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê li Hewlêrê bi rengekê berdewam çavdêriya azadiya ragehandinê û diyarkirina dîtin û nerînan li Herêma Kurdistanê dike û serdana dezgehên ragehandinê li Herêma Kurdistanê dike. Herwesa pêşwaziya rojnamevanan jî dike ji bo ku ji nêz ve dîtin û nerînên wan li ser astê azadiya diyarkirina dîtin û nerînan li Herêma Kurdistanê werbigirin.

Li ser bigeha hebûna baweriyê bi bingehên navdewletî û azadiyên rojnamevanî, Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bizav kiriye ku herî zêde azadiya diyarkirina dîtin û nerînan hebe û canê rojnamevaniyê parastî be, ji bo ku azadî û şefafiyet li ser bingeha parastina berjewendiyan pêş ve biçin.