Rêbar Ehmed: Nabe Herêma Kurdistanê wek cihê yekalîkirina nakokiyan bê bikaranîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe ya Herêma Kurdistanê radigîne, “Me daxwaz ji Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê kiriye ku gefên li ser Herêma Kurdistanê kêm bike û êdî weke cihê yekalîkirina pirsgirêkên derve neyê bikaranîn.”

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêbar Ehmed piştî civîna bi Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê re di kongreyeke rojnamevanî de ragihand: “Me civîneke girîng ligel Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yeşar Guler pêk anî. Me behsa pêwendiyên dualî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê de kirin.”

Wezîrê Navxwe got: “Me daxwaz kir gefên li ser Herêma Kurdistanê bên kêmkirin û aramî li sînoran bên vegerandin. Nabe Herêma Kurdistanê wek cihê yekalîkirina pirsgirêkên derve neyê bikaranîn.”

Rêbar Ehmed got, di serdana xwe ya bo Bexdayê de, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Yeşar Guler behsa hevahengî û peywendiyên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de kir ji bo aramî li sînoran hebe.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 7ê Sibata 2024an danê pêş nîvro pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler û şanda pê re kiribû.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê “X” nivîsî: “Me û Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler tekezî li ser berdewamiya hemvahengiyê ji bo aramî û asayişa Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê kir.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Herêma Kurdistanê wek her dem dibe faktora ewlehî û aramiyê û em rê nadin ku bibe cihê metirsiyê li ser cîranên me.”