Behat Hesîb Qeredaxî: Azadiya ragehandinê li ser ewlehiya Herêma Kurdistanê bûye metirsî

Behat Hesîb Qeredaxî
Behat Hesîb Qeredaxî

Navenda Nûçeyan (K24) - Mamostayekê zanîngehê amajeyê dide, “Eger destûr heba, ew tiştê li Herêma Kurdistanê bi navê azadiya diyarkirina dîtin û nerînan tê gotin dê wekî xiyaneta niştîmanî hatiba hesibandin”.

Momostayê Zanîngehê û Şarezayê Ragehandinê Behat Hesîb Qeredaxî îro (Pêncşem, 08.02.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Pêştir û xasma di salên 1990an de dijminên Kurdan ji bo têkdana rewşa Kurdistanê pişta xwe bi taborê pêncê gerim kiribû, lê niha ne bi rêya taborê pêncê û dronan, belkî bi rêya hindek kesan ku bi navê azadiya diyarkirina dîtin û nerînan diaxivin, armanca wan wan têkdana ewlehiya Herêma Kurdistanê ye”.

Behat Hesîb Qeredaxî sedema zêdebûna metirsiyên navxwe li ser Herêma Kurdistanê ku bi rêya binav azadiya diyarkirina dîtin û nerînan çê dibin ji bo nebûna destûrê Herêma Kurdistanê vegerand.

Navbirî amaje da, “Eger destûr heba û tê de hatiba ronkirin ku ev pirs pirsên niştîmanî ne û hemî li ser wî destûrî yekdeng ban û bi lihevkirina hemiyan hatiba ba, hingê ev gêleşoka ku bi navê azadiya diyarkirina dîtin û nerînan heye bi vî rengî li ser ewlehiya Herêma Kurdistanê nedibû metirsî”.

Herwesa tekez kir, “Eger destûr heba, azirandina metirsiyan ji aliyê hindek kesan ve bi navê azadiya diyarkirina dîtin û nerînan dê çûba di çarçoveya xiyaneta niştîmanî de, û hingê çi kesek nedikarî bi hêsanî li ser ewlehiya Herêma Kurdistanê bûba metirsî”.