Helgurd Necîb ji bo K24ê: Divê em amadekariyan ji bo parêzgehbûna Soranê bikin

Helgurd Şêx Necîb
Helgurd Şêx Necîb

Navenda Nûçeyan (K24) - Li ser pirojeyên sitratejî yên Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Îdareya Serbixwe ya Soranê, serperiştê wê îdareyê radigehîne, “Pirojeyên îsal destpêkî, navincî û sitratejî ne”. Herwesa got, “Divê em amadekariyan ji bo parêzgehbûna Soranê bikin”.

Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb ji K24ê re ragehand, “Îsal hejmareka pirojeyên sitratejî li Soranê tên bicihanîn û ew piroje li ser hemî kertan belavkirî ne”.

Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Soranê herwesa ragehand, “Soran dê li paşerojê bibe parêzgeh, lewma em amadekariyan ji bo vê pêngavê dikin”. Herwesa got, “Yek ji bingehên parêzgehbûnê pirsa rê û rêbaran û pirojeyên dî yên sitratejî ye”.

Helgurd Şêx Necîb her dîsa behs kir, “Pirojeya sitratejî ya Spîlk-Xelîfanê, ku 85% temam bûye, dê heta gelî dirêj bibe. Bi bicihanîna wê pirojeyê, em dê Soranê bi Hewlêrê û bajarên dî yên Îraqê ve girê bidin”.

Navbirî amaje jî da, “Cihên guncayî ji bo çêkirina bendavan li sinorê Soranê hene”. Tekez jî kir, “Em li ser pêşxistina kertê taybet û anîna weberhêneran ji bo Soranê kar dikin”.

Roja 28.07.2021ê, bi îmzaya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, biryar li ser Îdareya Serbixwe ya Soranê hat dan û wezaretên peywendîdar jî hat raspartin ku wê biryarê bi cih bînin.