Gera din a danûstandinên ji bo bidawîkirina erkên Hevpeymaniya Navdewletî li Bexdayê birêve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Serokwezîrê Iraqê Xalid Yaqûbî ragihand, îro 11ê Sibatê gereke din a danûstandinan ligel Washingtonê derbarê vekişandina hêzên Amerîkî ji Iraqê tê lidarxistin.

Yaqûbî di hevpeyvînekê ligel kanaleke televîzyonî de got, tevî hemû nakokî û aloziyên li navçeyê, Îraq li ser berdewamiya danûstandinên ji bo “vekişandina hêzên biyanî” rijd e, ji ber ku ti bijardeyeke din nemaye.

Li gorî şêwirmendê Sûdanî, civîna îro ya hikûmeta Iraqê û nûnerên Amerîkayê, ji bo bidawîkirina erkên hêzên biyanî ye, ku civîn ji her du civînên berê berfirehtir e.

Herwiha got: “Nabe em çaverê bin ku ji her alî ve gef li me bê xwarin, lewma ti çareyek ji bilî danûstandinê ji bo bidawîkirina hebûna hêzên derve nemaye.”

Ev di demekê de ye, Parlamentoya Iraqê duhî Şemiyê bang li hikûmetê kir ku li hember êrîşa Amerîkayê li Bexdayê ku di encamê de 2 serkirdeyên Heşda Şeibî hatin kuştin, biryarnameya sala 2020an ya parlamentoyê bi cih bîne ku ji bo bidawîkirina erkê hevpeymaniya navdewletî li Iraqê ye.

Destpêkirina danûstandinên di navbera Iraq û Amerîkayê de, piştî tundbûna êrişên grûpên milîsên iraqî li ser binke û baregehên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraq û Sûriyê tê, ku ji nîvê Cotmeha 2023an vir ve zêde bûne, di bersivê de jî Amerîka çend caran xal û baregehên milîsan li Iraq û Sûriyeyê bombebaran kirin.