Yekemîn muzexaneya şaristanî li Qişleya Koyê tê vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha Şûnwarnasî ya Koyê yekem muzexaneya şaristanî li qişleya dîrokî ya bajêr vedike. Di muzexaneyê de, dê perçeyên arkeolojîk û şûnwarî yên li ser wê sînorê hatine dîtin û li muzexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê hatine parastin, werin nîşandan.

Fermangeha Şûnwarnasî ya Koyê bi alîkariya Peymangeha Parastina Şûnwaran a Iraqê û bi piştevaniya darayî ya Konsulxaneya Almanyayê ya li Hewlêrê, Muzexaneya Koyê dê bê vekirin. Bi dehan berhemên ku dîroka hin ji wan vedigigerin hezar salan, dê li muzeyê bên pêşandan.

Şûnwarnas Niyazî Ezîz ji K24ê re ragihand, piraniya perçeyên arkeolojîk ên ku dê bêne pêşandan, vedigerin serdema navîn û nû ya Aşûriyan. Hin jê vedigerin serdema Helenîstîk, Sasanî, Werka û serdemên din ên dîrokê.”

Li bajarokê Koyê çend şûnwarên kevnar û girîng hene, di encama kolandina li van şûnwaran, ev şûnwarên kevin hatine dîtin. Lê ji ber nebûna muzexaneyeke sivîl li Koyê, ev berhem li muzexaneyên Hewlêr û Silêmaniyê hatibûn parastin û niha jî vegeriyane Koyê.

Rêveberê Fermangeha Şûnwariyê ya Koyê Yekîtî Wahîd ji K24ê re behsa giringî û vekirina mûzexaneyê kir û got: “Li Koyê çendîn cihên şûnwariyê hene e û salane gelek berhemên dîrokî tên kolandin. Vekirina muzeyê wê hanê bide ku zêdetir kolandin û tîmên biyanî zêdetir bala xwe bidin lêgerînên şûnwaran.”

Bicîkirina van berheman di Muzexaneya Sivîl a Koyê de destpêka avakirina mûzexaneyeke mezintir û berfirehtir e, welatî û geştyarên ku serdana Koyê dikin, dikarin bi riya van berheman, dîroka vê devera kevnar nas bikin.

Bajarokê Koyê ji aliyê îdarî ve girêdayî parêzgeha Hewlêrê ye. Koye li Iraq û Kurdistanê xwedî cihekî girîng ê cografî ye. Rûbera wê 2050 kîlometre çargoşe ye û 620 metre ji asta deryayê bilind e.

Li gorî çavkaniyên dîrokî, dîroka Koyê vedigere nêzîkî 2500 sal berî zayînê û zêdetirî 80 cihên şûnwarî lê hene ji wan: Xerabe, Dêr, Kela Şîle, Hestiyên Koyê, Gubtepa, Siktay Qeyserî, Bawajî, Simaqolê Mîr Seyid, Çinarok û Hamamok.

Niştecihên Koyê Kurd û Kildanî ne û welatiyên Kildanî li gundê Hermota, li başûrê Koyê dijîn.