Şîfa Barzanî: Ez dê peyama Serok Barzanî bigehînim Revenda Kurdî li Kanadayê

Şîfa Barzanî
Şîfa Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serperiştê Revenda Kurdistanî amajeyê dide ku, li Perlemana Kanadayê gotarekê pêşkêş dike û paşî bi Revenda Kurdî ya wî welatî re dicive û peyama Serok Barzanî digehîne wan.

Serperiştê Revenda Kurdistanî Şîfa Barzanî îro (Yekşem, 11.02.2024) bi cemawerê bajarê Naşvîlê yê Amerîkayê re ku wekî Kurdistana Biçûk navdar e civiya.

Şîfa Barzanî di gotarekê de li bajarê Naşvîlê bi hûrî behsa pirojeya Revenda Kurdistanî kir û ragehand, “Ew piroje pêngaveke neteweyî ye ji bo rêkxistin û yekxistina Kurdistaniyan û di vê peywendiyê de hemî kesên ku bawerî bi alaya Kurdistanê, Pêşmerge û mafê serxwebûnê ji bo Kurdistanê heye, dikarin tevlî wê bibin”.

Navbirî di gotara xwe de bi giringî ve behsa rola ciwanên derveyê welatî û pêdivîtiya çandina hizir û bîrên neteweyî kir û daxwaz kir ku Kurdistanî li derveyê bazineya partatiyê û wekî welatiyên Amerîkayî-Kurdistanî hêz û şiyanên xwe bikin yek.

Biryar e Serperiştê Revenda Kurdistanî di serdana xwe de sibe (Duşemê, 12.02.2024) biçe Kanadayê jî û bi navê Revenda Kurdî gotarekê li Perlemana wî welatî pêşkêş bike, paşî bi Revenda Kurdî ya wî welatî re jî bicive û peyama Serok Barzanî bigehîne wan.