Çavkaniyek ji Birêveberiya Polîsên Hewlêrê bo K24ê: Me bikujê her du birayên Kerkûkî girtiye

Polîsên Hewlêrê
Polîsên Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Çavkaniyekê ji Birêveberiya Polîsên Hewlêrê bo K24ê ragehand, “Piştî ku doh bi şevê du bira li Kerkûkê hatin kuştin û bikujê wan revîbû, îro bikujê wan ji aliyê polîsên Hewlêrê ve hat girtin”.

Çavkaniyekê ji Birêveberiya Polîsên Hewlêrê îro (Duşem, 12.02.2024) bo K24ê eşkere kir ku, bikujê her du birayên Kerkûkî li Hewlêrê girtiye.

Peyamnêrê K24ê şeva borî (Yekşem, 11.02.2024) ragehand, “Li taxa Deriyê Kerkûkê, du bira bi navên Adil Cebar û Yehya Cebar ji aliyê pismamekê xwe ve hatine kuştin”.

Çavkaniyekê ji Birêveberiya Polîsên Kerkûkê jî di derheqa wê rûdanê de ji K24ê re gotibû, “Ew rûdan ji verêja arêşeyeka civakî bûye û bikujê wê ber bi cihekê nediyar ve reviye”.

Wê çavkaniya Birêveberiya Polîsên Kerkûkê herwesa amaje dabû, “Kuştiyan û bikujî pêşîneyên tawanan hene û pêştir skala li ser hatiye tomarkirin”. Her dîsa ron jî kir, “Her du alî ji malbatên Qereç in”.