Pentagon ji bo K24ê: Çi daxwazên fermî ji bo vekêşana hêzên me ji Îraqê negehiştine me

Pat Ryder
Pat Ryder

Waşinton (K24) – Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) radigehîne, “Çi daxwazên fermî ji bo vekêşana hêzên me ji Îraqê negehiştine me”.

Berdevkê Wezareta Bergiriyê yê Amerîkayê (Pentagon) Pat Ryder doh (Duşem, 12.02.2024) ji K24ê re ragehand, “Çi dem ji bo vekêşana hêzên me ji Îraqê nehatine diyarkirin”.

Ron jî kir, “Lijneya Bala ya Serbazî biryarê li ser guhertina erkê serbazî yê hêzên Amerîkayê li Îraqê dide”. Tekez jî kir, “Danûstandin ji bo guhertina erkê hêzên Hevpeymanan li Îraqê giring in”.

Pêştir jî Cîgira Berdevkê Wezareta Bergiriyê Sabrina Singh di bersiva peyamnêrê K24ê Îsa Hesen de amaje dabû, “Hêşta gefa DAIŞê maye û hêzên Amerîkayê dê li ser berhingariya wê berdewam bin”.

Cîgira Berdevkê Wezareta Bergiriyê herwesa gotibû, “Di civînan de behsa vekêşana hêzên Amerîkayê ji Îraqê nehatiye kirin, belkî her du alî bi hev re li ser berhingarbûna DAIŞê berdewam dibin”.

Sabrina Singh her dîsa behs kiribû, “Em li ser daxwaza Hikûmeta Îraqê li wî welatî ne û em şanaziyê bi wan karan dikin ên ku me bi hevkariya hevparên xwe û hêzên Îraqî re kirine”.