Welatiyên Kurd ên Kerkûkê ji ber nebûna xizmetkariyan nîgeran in

Navenda Nûçeyan (K24) - Welatiyên Kurd ên taxa Derwazeyê ya Kerkûkê ji ber nebûna xizmetkariyan nîgeran in. Herwesa amajeyê didin ku, îdareya sepandî ya Kerkûkê cudahiyê di navbera pêkhatan de dike û welatiyên Kurd piştguh xistine.

Welatiyên taxa Derwazeyê ya bajarê Kerkûkê ku taxeka Kurdan e ji ber nebûna xizmetkariyan nîgeran in. Ew dibêjin ku, îdareya sepandî ya Kerkûkê taxên Kurdan piştguh xistine û wekî welatiyên nimre du û sê temaşeyî wan dike.

Welatiyekê taxa Derwazeyê ji peyamnêrê K24ê Hêmin Delo re ragehand, “îdareya sepandî ya Kerkûkê cudahiyeka zêde di navbera pêkhatên bajarî de dike û çi xizmeta Kurdan nake. Ev îdare bizavê ji bo nehêlana me dike. Eger wesa neba, rewşa me niha bi vî rengî nedibû”.

Wî welatiyê Kurd herwesa amaje da, “Me av nîne û rê û rêbarên me jî gelek xirab in. Ji ber xirabiya rê û rêbarên me, zarokên me nikarin biçin dibistanê, hemî dibin herî. Herwesa em bêhneka gelek nexweş jî hildikêşin ku em bêzar kirine”.

Welatiyekê dî yê wê taxê diyar kir, “Piraniya rûniştiyên taxa Derwazeyê hejar û belingaz in. Ez zêdetirî deh caran çûm şaredariyê ji bo ku xizmetkariyan ji bo me dabîn bikin û rewşa me baştir bikin, her car dibêjin ‘li ser çavan, em dê ji bo we dabîn bikin’, lê çi kesek nayê û çi encam nînin”.

Xelkê wê taxa Kurdan dibêje, “Hemî tişt ji bo taxên Ereb û Tirkmenan hatine kirin, lê ji bo taxên Kurdan çi nehatiye kirin. Nedadiyeka zêde di xizmetkariyan de heye. Hemî xelkê Kerkûkê ha ji vê nedadiyê heye. Me wekî Kurd qet cudahî nekiriye, lê ew dikin”.

Herwesa ew dibêjin, “Li wan deverên ku piraniya rûniştiyên wan Kurd nînin, kêm caran tê dîtin ku kesek gazinan ji nebûna xizmetkariyan bike”. Her li wî bajarî, piştî 16ê Cotmeha 2017ê û heta niha, ji bo tax û deverên ku rûniştiyên wê 100% Kurd in, çi xizmet nehatine kirin”.

Zêdetirî 700 milyar dînaran li sala 2021ê ji bo Kerkûkê hatibûn terxankirin, lê bi awayekê nedadperwerane ji bo tax û deverên Kerkûkê hat mezaxtin. Taxên Kurdan ji xizmetkariyan hatine bêbehirkirin, lewma hejmareka rûniştiyên wan taxan bi neçarî û bi pereyê xwe xizmetkarî ji bo taxên xwe dabîn kirine.