Pentagon ji bo K24ê: Em li ser daxwaza Hikûmeta Îraqê li wî welatî ne

Sabrina Singh
Sabrina Singh

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) amajeyê dide ku, li ser daxwaza Hikûmeta Îraqê li wî welatî ne, herwesa pêşwaziya rawestandina êrîşên li dijî hêzên xwe li Îraq û Sûriyeyê dike.

Cîgira Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê (Pentagon) Sabrina Singh doh (Sêşem, 13.02.2024) di bersiva pirsyareka peyamnêrê K24ê Îsa Hesen de ragehand, “Em li ser daxwaza Hikûmeta Îraqê li wî welatî ne, herwesa em pêşwaziya rawestandina êrîşên li dijî hêzên xwe li Îraq û Sûriyeyê dikin”.

Cîgira Berdevkê Wezareta Bergiriyê ya Amerîkayê herwesa amaje da, “Hêzên ewlehiyê yên Îraqê hevparên me yên giring in”. Her dîsa got, “Gefên DAIŞê kêm bûne, lê li deverê mane”.

Sabrina Singh tekez jî kir ku, danûstandinên wan li ser guhertina erkê hêzên wan bi Îraqê re berdewam in.

Naviriyê ron jî kir, “Ji roja çarê ya vê mehê were, êrîşî hêzên me nehatiye kirin”. Zêdetir jî got, “Em naxwazin êrîşên li ser hêzên me li Îraq û Sûriye û Urdinê berdewam bin”.

Tekez jî kir, “Em haydar in ku Îran piştevaniya Hûsiyan û komên dî yên çekdar ên deverê dike”.

Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) li serê sibeha roja Şemiyê, 03.02.2024, ragehand ku, hêzên wan li Îraq û Sûriyeyê êrîşeka asmanî li dijî artêşa Pasdaran, artêşa Qudsê û komên dûvelankên wan kir û zêdetirî 85 armancan hingaftin.

Li dû zanyarên ajansa Reutersê, di bombebaranên artêşa Amerîkayê de li Îraq û Sûriyeyê, nêzî 40 kesan hatine kuştin.