Tora belavkirina gazê ya navxweyî ya Îranê hat teqandin

Tora gaza niştîmanî ya Îranê piştî teqandina wê
Tora gaza niştîmanî ya Îranê piştî teqandina wê

Navenda Nûçeyan (K24) - Kompaniya Gaza Niştîmanî ya Îranê radigehîne, “Di du kiryarên têkderane de li du cihên cuda, tora belavkirina gazê ya navxweyî ya Îranê hat teqandin”.

Ajansa IRNAyê ya Îranî ji zarê Birêveberê Belavkirina Gaza Niştîmanî ya Îranê Seîd Eqîlî belav kiriye, serê sibeha îro (Çarşem, 14.02.2024) di du kiryarên têkderane de boriya belavkirina gazê li bajarkê Birocînî yê parêzgeha Çarmehalê û Bextyariyê û bajarkê Sefayê yê parêzgeha Farisê hat teqandin.

Herwesa amaje daye, ji ber wan teqînan zirar negehiştiye çi kesekî û agir jî hatiye kontirolkirin. Her dîsa tîman jî ji bo çarekirina wê boriyê û tora belavkirina gazê dest bi karî kiriye û bizavê dikin bi zûtirîn dem dîsa dest bi belavkirina gaza ter bikin.

Li dû gotinên Eqîlî, Wezîrê Petrolê û Berpirsên dî yên peywendîdar li odeya operasiyonan civiyane û lijneyeka taybet ji bo lidûçûna wê rûdanê hatiye pêkanîn.

Eşkere jî kir ku ji ber wê teqînê, belavkirina gaza ter li çend deveran hatiye rawestandin, lê gaza LPG bi rengekê demkî hatiye dabînkirin, heta ew borî tê çarekirin.