Parêzgerê Dihokê pêşwaziya şandeka Yekîtiya Ewropayê li Îraqê dike

Parêzgerê Dihokê û Şanda Yekîtiya Ewropayê li Îraqê / Wêne: Ragehandina Parêzgeha Dihokê
Parêzgerê Dihokê û Şanda Yekîtiya Ewropayê li Îraqê / Wêne: Ragehandina Parêzgeha Dihokê

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Dihokê û şandeka Yekîtiya Ewropayê li Îraqê danûstandinan li ser rewşa deverê, pêşxistina peywendiyan û rewşa aware û penaberan dikin.

Parêzgerê Dihokê Elî Teter îro (Çarşem, 14.02.2024) pêşwaziya şandeka Yekîtiya Ewropayê li Îraqê bi serokatiya David Hilly kir.

Li dû ragehandineka parêzgeha Dihokê, di wê civînê de danûstandin li ser rewşa deverê û aware û penaberan, pirojeyên çandî û şûnwarên Yekîtiya Ewropayê li Îraqê û Herêma Kurdistanê û xasma li Dihokê hatin kirin.

Pilana Şanda Yekîtiya Ewropayê li Îraqê ji bo paşerojê û pêşxistina peywendiyên dualî mijarên tewerekê dî yê civîna navbera Parêzgerê Dihokê û Şanda Yekîtiya Ewropayê bûn.