Civîna Mesrûr Barzanî û Erdogan li medyayên Tirkiyeyê rengvedaneka mezin peyda dike

Mesrûr Barzanî û Erdogan
Mesrûr Barzanî û Erdogan

Navenda Nûçeyan (K24) - Civîna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Serokkomarê Tirkiyeyê re di çarçoveya Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubey de li medyayên Tirkiyeyê rengvedaneka mezin peyda dike.

Civîna doh (Sêşem, 13.02.2024) a Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyîb Erdogan re, di çarçoveya Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan li Dubey de, li medyayên Tirkiyeyê rengvedaneka mezin peyda kir.

Ajansa Anadoluyê ya Tirkiyeyê ku ajansa fermî ya wî welatî ye wekî çavkaniya yekê li Tirkiyeyê nûçeya wê civînê belav kir û paştir vîdyoya wê civînê jî belav kir.

Herwesa rojnameya Milliyetê li ser malpera xwe, bi manşêtê “Erdogan hejmareka civînan li Dubey kirin”, nûçeya wê civînê belav kir û ragehand, “Erdogan bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya”.

Rojnameya Hurriyetê jî bal kêşa ser civînên Erdogan û bi manşêta “Bizavên Diplomatî yên Erdogan li Dubey” nûçeya civîna Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyîb Erdogan bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re belav kir.

Ajansa Demiroren jî, ku yek ji ajansên diyar ên Tirkiyeyê ye, ji bilî ajansê, li malpera xwe jî nûçeya wê civînê belav kir û amaje da civînên Receb Teyîb Erdogan bi serkirdeyên cîhanê re, yek ji wan serkirdeyan jî Mesrûr Barzanî bû ku nûçeya wê civînê cuda belav kiribû.

Kanala Haber Globalê jî ji bilî ku li tilevizyonê amaje da, li ser malpera xwe jî nûçeya wê civînê belav kir.

Rojnameya BirGunê jî yek ji wan rojnameyên diyar ên Tirkiyeyê ye ku amaje da wê civînê û bi manşêta “Erdogan û Barzanî civiyan” belav kir.

Malpera Dogruyê jî ew nûçe bi manşêtê “Serokkomar Erdogan pêşwaziya Serokwezîrê Kurdistana Îraqê kir” nûçeya wê civînê belav kir.

Her dîsa Oda TV ku malpereka bihêz a Tirkiyeyê ye, bi manşêta “Erdogan bi Berzanî re civiya” amaje da wê civînê û ragehand, her du aliyan civîneka daxistî kir.

Ji bilî nûçeyan, nûçeya wê civînê bi rengekê fermî li malpera fermî ya Serokatiya Komara Tirkiyeyê wekî bilindtirîn dezgeha fermî ya wî welatî hat belavkirin.