Xebatên lêgerîna karkeran li Erzinganê berdewam in

Erzingan
Erzingan

Diyarbekir (K24) - Xebatên legerîna 9 karkerên ku di bin kanzaya zêr de mane li Erzinganê berdewam dikin.

Piştî ku li kanzayeka derxistina zêr li Îlîça navçeya Erzinganê ax rûxiya û 9 karmend di bin axê de man, ji 11 bajaran tîmên rizgarkirinê hatin veguhastin, û ev tîmên ku ji 800 kesan pêk tên kar u xebatên xwe berdewan dikin.

Her wiha ji bo siyanîd ne gihije çemê Firatê jî rêgirtin tên kirin.

Herêma rûxiyaî ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye dorpeçkirin û destûr nayê dayîn ji kesên erkdar û tîmên rizgarkirinê cuda kes here wê deverê.

Hêjayî gotinê ye ku doh (Sêşem, 13.02.2024) seet 14.00 li Îlîça navçeya Erzinganê di dema derxistina zêr de, kanzayekê ax rêxiyabû û 9 karker di bin axê de mabûn.