Li Tirkiye û Bakur 179 kes hatin bi tometa “bangeşeya PKKê” hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li 22 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi tometa endamtî, alîkarî û bangeşeya PKKê, 179 kes hatin binçavkirin.

Wezîrê Navxweyê Tirkiyê Alî Yerlîkaya li ser hejmara xwe ya tora civakî “X” da xuyakirin, li 22 bajaran li dijî PKKê bi navê “Bozdogan” operasyonên hevbeş hatine encamdan û di operasyonan de, 179 kes hatine binçavkirin.

Yerlîkaya got, kesên hatine binçavkirin bi van îdîayan tên tometbarkirin:

- Endamtiya Rêxistina Cudaxwaz (PKK) û karkirin bi navê PKKê.

- Endamtiya rêxistina ciwanan û saziyên sivîl ku girêdayî PKKê ne.

- Li ser torên civakî bangeşeya PKKê.

- Peyamnêriya kanalên nûçeyan ku nêzîkî PKKê ne û komkirina alîkariya darayî.

- Ji bo rêxistina ciwanan û hêzên çekdarî yên PKKê komkirina kes û endaman.

- Beşdariya çalakiyên kolanan yên neyasayî.

Ji aliyê xwe ve jî, Parezgeriya Diyarbekirê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, ji alîye MÎTê, reveberîya sîxuriyê û Şaxa Têkoşîna li Dijî Terorê ve, li navçeya Lîcê ya Diyarbekirê, 22 operasyonên cuda hatine kirin û di encamê, 19 gumanbar bi tometa alîkarî û propagandaya PKK/KCKê kirine, hatine binçavkirin.

Parezgeriya Diyarbekirê amaje bi wê kir, ji bo binçavkirina 3 kesên din jî çalekî berdewam dikin.