Ji ber rewşa aborî piraniya jinên Rojavayê Kurdistanê kar dikin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Ji ber xirapiya rewşa aborî û zehmetiya jiyanê, piraniya jinên Rojavayê Kurdistanê yan kar dikin yan jî li kar digerin. Ji neçariyê û ji bo peydakirina pêdiviyên rojane, gelek jin di karên zehmet de û beramberî pereyên kêm kar dikin.

Nexşe û hêza kar li Sûriyê piştî 13 salên krîzê hatiye guhertin, jinên Sûriyê di qada kar de pêşengiyê ji bo bidestxistina pêdiviyên jiyanê dikin. Li vê zeviyê li Rojavayê Kurdistanê, bi dehan jin digel zarokê xwe de demijmêrên dirêj û di sermayê de kar dikin, da ku debara jiyana xwe bidest bixin.

Karker Hemîda Ehmed: “Ez dayika 8 zaroka me, çi kar bi destê min bikeve ez dikim, daku ez pêdiviyên zarokên xwe bidest bixim, eger 2 rojan ez bê kar bimînin, zarokên min dê ji birçiya bimirin, ev rewşa piraniyan jinên navçeyê ye.”

Rêjeya bêkariyê ku %87 li seranserî Sûriyê derbas dike, hiştiye ku jin zêdetir derkevin derve da ku di beşên cuda de kar bikin, di nav de karên zehmet ku beriya niha bi mêran sînordar bûn.

Karker Fatîma Mehmûd: “Ez jêdera dahata malbatê me, bavê min xwedî pêdiviyên taybet e, dayika min miriye, ji ber rewşa me ya zehmet ez kar dikim, pereyên ez werdigrim têre tiştekî nakin.”

Li gorî amarên Netewên Yekgirtî, di sala 2021ê de %22 ji malbatên Sûriyê, jin jêdera dahatê ne, sedema wê yekê jî ew e ku semyanên wan malbatan ji ber şer yan hatine kuştin yan windayî ne.