Maçîn li ser gotinên Efkan Ala: Eger desthilat jidil be Kurd ji bo çareseriyê amade ne

Diyarbekir (K24) – Karvedanên ser axaftina Efkan Ala ya li Diyarbekirê kirine, berdewam in. Aliyek dibêje girîng e ku kesayetekî wek Efkan Ala bo çareseriya pirsa kurd daxwaza vekirina rê bike û aliyek jî dibêje, kirin û gotin ne wek hev in.

Cîgirê Serokê Giştî yê Ak Partîyê Efkan Alayê ku dema pêvajoya çareseriyê de Wezîrê Kar û Barên Navxweyî yê Tirkiyeyê bû li Diyarbekirê got ku bila tikes nebe asteng ku em bikaribin pirsgirêkan çareser bikin.

Çavdêrên siyasî jî dibêjin Efkan Ala balê dikêşe ser aliyên ji pirsgirêkan sudê werdigrin û çavdêrên siyasî didin zanîn ku axaftinên Efkan Ala girîng in û divê kesên daxwaza çareseriya pirsa kurd dikin û kesên dixwazin ji nava çareseriya pirsa kurd tundiyê derxin piştgiriyê bidin Efkan Ala.

Çavdêrê siyasî Omer Ozmen ji K24ê re got: “Efkan Ala ne mirovek ji rêzê ye, nava Ak Partiyê de xwedî hêz e, Wezîrê karên navxweyî bû, rêbaz û siren dewletê dizane. Ji ber vê yekê gotinên wî girîng in û ez bi xwe bi awayeke germ pêşwaziya gotinên wî dikim.”

Derbarê axaftinên Efkan Ala de Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî amaje kir ku li Diyarbekir cuda li Enqere cuda diaxifin. Beşek ji siyasetmedarên kurd jî dibêjin eger helwestek jidil hebe her dem kurd amade ne sudê bidin çareseriya pirsa kurd.

Cîgirê Serokê Giştî Yê Partiya Komunîst a Kurdistanê Nusret Maçîn dibêje: “Em hêvî dikin ku Efkan Ala di gotinên xwe de jidil be. Kurd her dem ji bo çareseriya pirsa kurd amade ne. Ji bo ku pirsa kurd bi diyalogê were çareserkririn hemu partiyên kurdan bang dikin û amade ne.”

Çavdêrên Siyasî balê dikêşin ku bêhna lêgerîna pêvajoyek nu ya çareseriyê ji axaftinên Efkan Ala tê lê eger Ak Partî ji Hilbijartinên şaredariyan bi awayeke xurt derbikeve dê bikaribe pêvajoyek nû bide destpêkirin, beşek siyasetmedarên kurd jî dibêjin ji ber hilbijartinê gotinên erênî ji desthilatê bilind dibin.