Li Bakurê Kurdistanê bi dehan berpirs û endamên DEM Partiyê hatin binçavkirin

Girtin
Girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê, îro bi ser malan de hate girtin. Di encama serdegirtinan de, gelek kes hatin binçavkirin. 

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê îro 15ê Sibatê li parêzgehên Ruha, Merdîn, Dêrsim û Sertê li dijî endam û rayedarên DEM Partiyê operasyon kirin.

Li gorî zanyariyan, li Rihayê endamê Meclisa Ciwanan a DEM Partiyê Mehmet Aslan û endamê Meclisa DEM Partiyê Îzzet Karadag hatin binçavkirin.

Li navçeyê Nisêbîn û û Qoserê yên ser bi Mêrdînê ve Dayika Aştiyê Perîhan Altûg a 72 salî jî di nav de, gelek kes hatin binçavkirin. Li navçeya Stewrê jî rêveberê DEM Partiyê Mubarek Guneş hate binçavkirin. 

Li Dêrsimê herî kêm 9 endam û rayedarên wê partiyê hatin binçakirin.

Li Sêrtê û derdora wê herî kêm 9 endam û alîgirên DEM Partiyê hatin binçavkirin.

Ev di demekê de ye, îro 15ê Sibata salvegrera Rêberê PKK'ê Abdulla Ocalan 2. DEM Partî û rêxistinên girêdayî wê jî amadekariya gelek çalakiyan dikin.