Serokê Herêma Kurdistanê tevlî Konfiransa Ewlehiyê ya Miyonşinê dibe

Nêçîrvan Barzanî
Nêçîrvan Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi merema tevlîbûna di Konfiransa Ewlehiyê ya Miyonşinê de, Serokê Herêma Kurdistanê ber bi welatê Almanyayê bi rê ket.

Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kiriye, “Bi merema tevlîbûna di Konfiransa Ewlehiyê ya Miyonşinê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî nîvroya îro (Pêncşem, 15.02.2024) ber bi welatê Almanyayê bi rê ket”.

Li dû ragehandina Serokatiya Herêma Kurdistanê, “Di wê konfiransê de, Nêçîrvan Barzanî dê bi hejmareka serkirde û berpirsên bilind ên welatan re bicive û dê li ser rewşa ewlehiyê û astengên di rêya ewlehî û seqamgiriya Îraq û deverê û cîhanî de danûstandinan bi wan re dike, herwesa dê nerîna Herêma Kurdistanê di vî warî de berçav bike”.

Her dîsa ji bo pêşxistina peywendiyan, berhingarbûna terorê, arîkariyên hevpar di warê ewlehiyê de, giringiya karên bi hev re û bizavên ji bo parastina aramî û seqmgiriyê li Îraqê û Rojhilata Navîn û dûrxistina wan ji alozî û têkdanên zêdetir, biryar e Serokê Herêma Kurdistanê bi serkirde û berpirsên welatan re danûstandinan bike.