Sê şaredarên AK Partiyê derbasî Partiya Jinûve Refah bûn

Diyaberkir (K24) - Hat ragihandin ku şaredarê berê yê Çenguşa Diyarbekirê û Şaredarê Sêgirka Şirnexê û Şaredarê Artukluya Mêrdînê ku girêdayî AK Partiyê bûn ji AK Partiyê îstîfa kirine û derbasî Partiya Jinûve Refah bûne.

Şaredarê Şanguşa Diyarbekirê yê berê ku di navbera 2014-2019an de şaredarîtî kiribû Zubeyîr Arslanca ji AK Partiyê îstîfa kir û ji Partiya Jinûve Refah bû namzet.

Nûçeyeka din a îstîfayê jî ji Sêgirka Şirnexê hat ku Şaredarê Sêgirkê Alîhan Babat jî ji AK Partiyê îstîfa kir û derbasî Partiya Jinûve Refah bû.

Hat zanîn ku Çetîn Babat ê pismamê Alîhan Babat ji AK Partiyê wek namzet hatiye destnîşankirin.

Hat ragihandin ku Şaredarê nawçeya nawendî ya Artukluya Mêrdînê Beşîr Ayanoglû jî ji AK Partiyê îstîfa kir û derbasî Partiya Jinûve Refah bû.

Serokê Partiya Jinûve Refah Fatîh Erbakanê kurê Necmettîn Erbakan e. Necmettîn Erbakan serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê ye ku Recep Tayyîp Erdogan jî destpêkê girêdayî partiya Necmettîn Erbakan bû.