Konsulê Brîtanyayê ji bo K24ê: Em peywendiyên xwe bi Herêma Kurdistanê re bihêztir dikin

James Goldman
James Goldman

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê peywendiyên bazirganî yên navbera Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê bilind dinirxîne û dibêje, “Em dixwazin peywendiyên xwe yên bazirganî bi Herêma Kurdistanê re bihêztir bikin”.

Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê James Goldman doh (Pêncşem, 15.02.2024) ragehand, “Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê ji bo piştevanîkirina peywendî û hevahengiyên bazirganî yên navbera Brîtanya û Herêma Kurdistanê gelek dilgerm e”.

Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Hewlêrê her dîsa got, “Çend peywendî ji aliyên bazirganî, weberhênan û hawirdekirinê ve di navbera Brîtanyayê û Herêma Kurdistanê de hene û em wekî Konsulxaneya Giştî ya Brîtanyayê ji bo piştevanîkirina wan peywendiyên bazirganî gelek dilgerm in”.

James Goldman amaje jî da, “Di heftiya yekê de ku min li vê derê dest bi karî kir, min serdana Zanîngeha Navdewletî ya Brîtanyayê kir, ku bi bihayê çend milyon pawendan weberhênane dike. Ev jî tenê yek ji wan mînakan e”.

Navbirî herwesa got, “Ez heftiya borî jî bi çend bazirganan re civiyam û me danûstandin li ser karên wan kirin. Em dixwazin peywendiyên xwe yên bazirganî bi Herêma Kurdistanê re bihêztir bikin”.