Li nêzîk geştên asmanî yên navbera Hewlêr û Diyarbekirê tên despêkirin

Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê
Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokkomarê Tirkiyeyê îro li Diyarbekirê di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, “Li van nêzîkan geştên asmanî yên rasterast di navbera Hewlêr û Diyarbekirê de dîsa tên despêkirin”.

Cîgirê Serokkomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz îro (Înî, 16.02.2024) di konfiranseka rojnamevanî de li bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê ragehand, piştî civîna wî ya bi Wezîrê Veguhastinê yê Tirkiyeyê re, biryar daye ku geştên asmanî yên rasterast di navbera Diyarbekir û Hewlêrê de dîsa bên destpêkirin.

Pêştir ji ber pejîka Koronayê geştên navbera Hewlêr û Diyarbekirê hatibûn rawestandin û heta niha çi geştek di navbera Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û Balafirxaneya Diyarbekirê de nayê kirin, lê îro Tirkiyeyê ragehand ku geştên navbera wan her du Baharan de dê dîsa bên destpêkirin.

Pêştir jî Konsulê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê Memet Mevlut Yakut ragehandibû, “Peywendiyên Enqere û Hewlêrê di astekê gelek baş de ne û berdewam in”.

Konsulê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê herwesa gotibû, “Em dixwazin peywendiyên xwe di hemî waran de pêş bixin”.