Azad Doskî: Îraq li dû qanûnên navdewletî li ser ewlehiya cîhanê gef e

Azad Doskî
Azad Doskî

Navenda Nûçeyan (K24) - Şarezayekê siyasî û qanûnî amajeyê dide, “Li dû qanûnên navdewletî, Îraq li ser ewlehiya deverê û ya navdewletî jî gef e”.

Şarezayê Siyasî û Qanûnî Azad Doskî îro (Înî, 16.02.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Hejmareka Şîeyan di nav xwe de ne bi wê yekê re ne ku hêzên Amerîkayê û Hevpeymanan ji Îraqê derbikevin, vê yekê jî wesa kiriye ku ew hevdu bi tometên cuda cuda tometbar bikin”.

Wî Şarezayê Siyasî û Qanûnî herwesa got, “Kurd û Suneyan tirs ji derkeftina hêzên Amerîkayê û Hevpeymanan ji Îraqê heye, lê Şîe dîsa dixwazin vê tirsa Kurdan ji bo neşandina budceya Herêma Kurdistanê xirab bi kar bînin”.

Azad Doskî amaje da, “Li dû qanûnên navdewletî û taybet piştî sala 1990ê, Îraq li ser ewlehiya deverê û ya navdewletî jî bûye gef”.

Navbirî ron jî kir, “Îraq dewletek e, milîşya bi rê ve dibin. Ev jî di demekê de ye ku madeya 9ê ya destûrê Îraqê dibêje ku nabe çi milîşya li Îraqê hebin”.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî doh (Pêncşem, 15.02.2024) di semînereka danûstandinê de li Holandayê ragehand, li ber ronahiya amadebûn û jêhatîbûna xizmetkariyên ewlehiyê yên Îraqê, daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî kiriye ku dawiyê bi erkê xwe li Îraqê bîne.