Welatiyên Diyarbekirê: Bila hikûmet pêşî gelê Kurd û Tirk wekî hev bibîne

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Alîkarê Serokomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz ku di çarçoveya xebatên ji bo hilbijartinên şaredariyan serdana Diyarbekirê kir, li ser Bakurê Kurdistanê got ku divê li herêmê feraseta nijadî tunebe. Civaknas û welatiyên Diyarbekirê li dijî vê helwestê derketin û xwestin ku bila pêşî mafên wan bên dayîn da ku nijadperestiya herêmî çênebe.

Di çarçoveya xebatên hilbijartinên şaredariyan ên ku dê di 31ê Adarê de bên kirin de Alîkarê Serokomarê Tirkiyeyê Cevdet Yilmaz serdana Diyarbekirê kir û beşdarî gelek bernameyan bû. Cevdet Yilmaz di nav axaftina xwe de got ku ji bo ew bigihîjin armanca xwe ya xizmeteke wekhev û bi heqanî, divê li herêmê feraseta nijadperestiya herêmî tunebe. Civaknasên ku ev peyam şaş dîtin, rewşa herêmê wiha nirxand:

Civaknas Denîz Devrîm ji K24ê re got: “Li gorî min, axaftina Cevdet Yilmaz şaş e. Rast e divê li herêmê hawira ewlehî û aramiyê çêbibe, da ku rewşa aborî û civakî baş bibe. Lê dibêje ‘bila nijadperestiya herêmî neyê kirin’, lê Tirk bixwe li dijî Kurdan nijadpererstiyê dikin. Hewil tê dayîn ku herêma Kurd bi paş ve were hiştin. Dema herêma me bi herêma rojavayê Tirkiyeyê re were nirxandin, hevsenga me ya dahatê gelek kêm e. Mafê her gelî heye ku zimanê xwe û çanda xwe biparêze.”

Cevdet Yilmaz ê ku ligel parlamenter û siyasetmedarên AK Partiyê buroya xebata hilbijartinan  a namzedê Şaredariya Bajarê Mezin a AK Partiyê Mehmet Halîs Bîlden jî vekir, li wir jî bang li welatiyan kir ku ji pevçûnên bîrdoziyê wêdetir, pêdiviya Diyarbekirê bi projeyên xizmetê heye. Welatiyên Diyarbekirê bertek nîşan da û xwest ku pêşî li ser mafên gelan wekhevî çêbibe.

Welatî Murat Yuksel dibêje: “Ma zî wazena razemenî bib, xizmet bib bi nijadperestî nêbena. Dewlet jixwe ma piyanî piyawa. Heger alayek liba bena, divê ma û rojava piyen biya, yek alî niya. Ma nêwazê, ma edalet wazena.”

Alîkarê Serokomarê Tirkiyeyê, di serdana xwe ya Diyarbekirê de got ku ji bo xizmeteke wekhev; divê feraseta nijadperestiya herêmî tune be. Welatî jî diyar dikin ku heta maf û azadiyên gelê Kurd neyên dayîn, feraseta nijadperestiya herêmî mafê wan ê rewa ye.