Serok Barzanî pîrozbahiyê li Yekîtiya Xwendekaran û Yekîtiya Lawên Demokrat dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî 71 saliya damezrandina Yekîtiya Xwendekarên Demokrat ên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê pîroz kir û got: “Pêwîste her du rêxistin di vê qonaxê de di asta hêviyên civakê û doza rewa ya gelê xwe de bin.”

Serok Mesûd Barzanî îro 18ê Sibatê peyamek belav kir û tê de got: “Bi boneya 71 saliya damezrandina Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê, germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî ciwan û xwendekarên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo wan dixwazim.”

Serok Barzanî dibêje: “Xwendevan û ciwanên Kurdistanê ji destpêka şoreşa Îlonê ve heta niha bûne navenda perwerdekirina kurên dilsoz, têkoşer û rêberên jêhatî û hertim enerjîyek nû dane tevgera rizgarîxwaz a Kurdistanê û di vê rêyê de qurbanî dane.”

Amaje bi wê jî kir: “Hem Yekîtiya Xwendekaran û hem jî Yekîtiya Lawên Demokrat ên Kurdistanê pêwîste di asta hêviyên civakê û doza rewa ya gelê xwe de bin. Xwendevan û ciwan her tim hêviya gelê Kurd in û pêwîste di xebat û têkoşîna xwe de, pabendî nirxên bilind ên rêbaza Kurdayetî û niştimanperweriyê bin û bi çekên zanist û hişyariyê xizmeta armancên bilind ên gelê Kurdistanê û pêgehandina ciwan û lawên hişyar û bixwebawer bikin.”