Serokê şanda Kongresa Amerîkayê piştevaniya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê tekez dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Di çarçoweya sêyemîn roja Konferansa Asayîşê ya Munchenê de, Serokê Şanda Kongressa Amerîkayê piştevaniya welatê xwe bo Herêma Kurdistanê dûpat kir û ji Nêçîrvan Barzanî re got, Amerîka Iraq û Herêma Kurdistanê wek hevpeyman û hevbeşên girîng li navçeyê dibîne.

Serokatiya Herêma Kurdistanê belav kir, di sêyemîn roja Konferansa Asayîşa Munchenê ya Almanyayê de, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 18.02.2024an, ligel şandeke Kongresa Amerîkayê bi serokatiya Kongressman Michael Turner civiya.

Di hevdîtinê de, peywendiyên Amerîka ligel Iraq û Herêma Kurdistanê, rewşa Iraqê û rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û dawî pêşhatên danûstandinên di navbera wan de ji bo çareserkirina pirsgirêkan, hatin gotûbêjkirin.

Şandeya mêvan berdewamiya piştevaniya Kongressa Amerîkayê ji Iraq û Herêma Kurdistanê re nîşan da û tekezî li ser wê yekê kir ku Amerîka Iraq û Herêma Kurdistanê wek hevpeyman û hevbeşên giring li navçeyê dibîne. Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî spasiya berdewamiya piştevaniya a Kongressa Amerîkayê ji Iraq û Herêma Kurdistanê re kir.

Metirsiya terorê ya li navçeyê û çend pirsên din ên cihê giringiya hevpar jî, mijarên din ên gotûbêjên civînê bûn.