Fatîn Kanat: Gultan Kişanak dixwaze ji Diyarbekir heta Enqerê peyama aştiyê bigihîne gelan

Gultan Kişanak
Gultan Kişanak

Navenda Nûçeyan (K24) – Dem Partiyê şaredara berê ya Diyarbekirê Gultan Kişanak wek namzeda xwe ya Şaredariya Enqerê diyar kir. Hevserokê Rêxistina Enqerê ya DEM Partiyê dibêje: “Gultan Kişanak ji zîndanê peyam dide: dixwaze ji Diyarbekir heta Enqerê peyama xwe rawestandina şer û aştiyê bigihîne gelan.”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Gultan Kişanak û Ozturk Turkdogan, wek namzetên Şaredariya Bajarê Mezin ê Enqereyê diyar kirin.

Di vê derbarê de Hevserokê Şaxa Enqerê yê Dem Partiyê Fatîn Kanat got: “Mixabin Serok Gultan Kişanak, bi awayeke bê bingeh, heft salan zêdetir e di zîndanê de ye. Diyar dibe, desthilat ne tenê guh nade yasayên navdewletî, guh nade yasayên xwe jî.

Fatîn Kanat got jî: “Gultan Kişanak ji zîndanê peyam dide: dixwaze ji Diyarbekir heta Enqerê û hemû cografyayê peyama xwe rawestandina şer û aştiyê bigihîne gelan. Ew namzedbûna xwe bo gihandina peyama aştiyê girîng dibîne û bo serkeftina wê hemû rêxistina me dê kar bike.”